BOOKING

Aysun Karadoğan Email: aysun@aynurdogan.net

Çıkış İletişim Basın | Galeri | Linkler | Ziyaretçi Defteri | Konserler | Ortak Çalışmalar | Albümler | Biyografi | Anasayfa Şarkılar | Anasayfa Spotu | Konser Spotu |
Aynur Doğan

Aynur, sala 1975an li navçeya Çemîşgezek a ser bi Dêrsimê ji dayîk bû. Perwerdeyiya baxleme û muzîkê li Stenbolê li xwendegeha muzîkê ya bi navê ASM wergirt. Ligel Begüm Erdem û Aşkın Metiner li ser şanê xebitî. Sala 2002yan albuma wê ya pêşîn “SEYİR” derçû. Di album û konsertên muzîkarên weke Metin-Kemal Kahraman, Grup Yorum, Lütfü Gültekin, Anjelika Akbar, Orient Expressions de û ligel vê, di fîlmên televizyon û sînemayê de bi dengê xwe cih girt. Li nav welêt û li derveyî welêt konsert dan bi zimanên Kurdî û Tirkî. Albuma wê ya bi navê “Keça Kurdan”, sala 2004an ji aliyê Kalan Muzikê ve hate weşandin.

Albuma Aynur a bi navê “Keça Kurdan” stranên folklorîk ên Kurdî-Tirkî û besteyên nû di nava xwe de vehewandiye ku berhema xebateke nêzî salekê ye û muzîkarên mîna Aykut Gürel, Serdar Ataşer, Kemal Sahir Gürel û Burhan Bayar sazkirinên wê pêk aniye. Albuma ku gelek muzîkarên pispor tê de beşdar bûne, bi sazkirinên xwe yên derveyî adetê bal kişand. Aynur ku navbenda dengê wê baş fireh e, ligel serkeftina xwe ya bilind ku gava stranan şirove dike tê dîtin, newayên ku bi siruştî dibêje jî da xuyakirin ku ev xebateke wisa ye ku mereqdarên muzîkê yên “Keça Kurdan” ji berê ve têkevin jêr bandora wê.

Derbarê albumê di çapemeniya Turkiye û cîhanê de nivîsên giring derçûn. Albuma navborî bû yek ji wan albuman ku van salên dawî di warê muzîka Kurdî de gelekî tên firotin. Ev album bû bergê hejmara Sermawez 2004 a kovara Folk Rootsê (fRoots) ku li Brîtanyayê tê weşandin. Di wê nivîsa kovarê de ku bi sernavê “Kurdeke Li Ser Rê” derçû, behsa rabirdûya Aynur û xebata wê ya serkeftî hate kirin. Herwiha, di nivîsa navborî de Aynur li Turkiyeyê bi Sezen Aksu û Li Yewnanistanê jî bi Eleftheria ve hatiye şibandin û hatiye destnîşankirin ku ew bo hemû Kurdan stareke giring e. Ligel vê, li ser bergê pêveka rojnameya The London Times (21 Adar 2005) a bi navê “Çanda Turkiyeyê û dewlemendiyên wê” fotografê Aynurê cih girt.

Aynura ku bi wê strana folklorîk a Kurdî ku di fîlmê Yavuz Turgul ê bi navê “Gönül Yarası (Birîna Dil)” de gotî, gihîşte girseyeke mezin a hezkiriyan, di fîlmekî de ku li Turkiyeyê hatî kişandin, yekem car straneke folklorîk a Kurdî bi awayekî rastewxo (rasterast) got. Aynur, di belgefîlmê Fatih Akın ê bi navê “İstanbul Hatırası / Köprüyü Geçmek (Bîranîna Stenbolê / Derbaskirina Pirê)” de jî bi stranên xwe beşdar bû.

Aynur di nava heyva Gulana 2005an de, ligel Nederlands Blazers Ensemble ku yek ji baştirîn komên amûrên pifekî yên Hollendayê ye, yek jê li Belcîkayê şeş konsert li dar xistin û di van konsertan de ku li bajarên cur bi cur ên Hollendayê hatin sazkirin, bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin. Aynur Tîrmeh (Temmûz)a sala 2005an beşdarî “Mihrîcana Turkiyeyê” bû ku li Spanyayê hate lidarxistin û di vê mihrîcanê de ku Sezen Aksu, Erkan Oğur, Kardeş Türküler, Mercan Dede û Burhan Öçal jî tê de beşdar bûn, sê konsert pêşkêş kirin.

Wekî din; derbarê albuma “Keça Kurdan”, piştî belavbûna albumê bi 15 mehan, ji ber strana bi navê “Keça Kurdan”, ji aliyê Dadgeriya Cîgir a 6. Dadgeha Sezaya Giran a Diyarbekirê ve biryara berhevkirina wê hate dayîn bi hinceta “dabeşkeriyê û handana jinan bo derketina serê çiyan”. Biryar hate şandin bo parêzgariya her 81 parêzgehan. Îlona 2005an biryara danheva albumê hate rakirin.

Aynur, di “Bahar” de ku albuma dawî ya Kardeş Türküler e stranek û di “Miraz” de ku albuma dawî ya Mikail Aslan e du stran gotin.

“Dengê awarte yê Aynurê ku çiyayên bi mij û moran, robarên bicoş, hetavê û bêhna xweş a axê di nava xwe de vedihewîne, mîna xwezayê karîger e…” (Tülay German)