• DESTPÊK
  • JIYANNAME
  • KONSÊRT
  • MÛZÎK
  • WÊNE
  • VÎDEO
  • ÇAPEMENÎ
  • TÊKILÎ

Uncategorized

Hunermend Aynur Dogan li Australya ye

15 Sep 2017

Hunermend û stranbêja dengxwesh Aynur Dogan li Dêrsimê ji dayî bûye û li Stenbolê mezin bûye. Aynur gelek xelat di warê hunera xwe de bi dest xistine. Ew nuha ji bo 2 konsêrtan li Australya ye, yek li Melbourne û yek jî li Sydney. Konsêrtên Aynur ji aliyê Navenda Kultûrî ya Anatolya hatine organîzekirin.

http://www.sbs.com.au/yourlanguage/kurdish/ku/audiotrack/singer-unique-voice-australia?language=ku

Albûma Aynur Dogan ya nû derket

19 Jul 2017

NAVENDA NÛÇEYAN – Albûma Aynur ya nû bi navê ‘Hawniyaz’ derket.

Hunermenda kurd Aynur Dogan ya ku di cîhanê de bi dengê xwe yê xweş navdare, albûma xwe ya nû bi navê ‘Hawniyaz’ derxist. Albûm bi etîketa Sonay Mûzîkê derketiye û di nav de 5 stran cih digre.

 

Albûma Aynur Dogan ya nû derket

Hunermenda kurd Aynur ji aliye Enstîtûya Mûzîka Akdenîzê MMI, ve şayanî xelata dewlemend hat dîtin.

17 Mar 2017

Javier Limón, Dairektorê Enstîtûya Mûzîka Akdenîzê, derbarê xelatgirtina Aynur Doganê de dibêje:”Aynur di gel gelek tengasiyên derketine pêşberî wê, serkeftî û xwedî berhemên dewlemend e.”

Aynur Dogan hunermenda kurd ji Dêrsîmê ye, zêdetir li ser mûzîka kurdî ya dîrokî dixebite, mûzîka folklorîk a kurdî bi tarz û enstrûmanên rojavayê yên nûjen re dihone. Jina kurd di navenda stranên wê de ne. doğan Zêdetir bi hinermendên biyanî re dixebite.”

Enstîtûya Mûzîka Akdenîzê ji bo piştgriya hunermendan bike, her sal xelateke taybet dide hunermendên bijarte yên di dinê de. Enstîtûyê îsal ji bo vê xelatê Aynur Dogana hinermenda kurd bijart.

Aynur xelata xwe duh êvarê li Navenda Performansê ya binavê Berklee yê wergirt.

 

http://kr.1habervar.com/aynur-dogan-xelata-herî-bi-prestîj-ya-mûzîka-akdenîzê-wergirt—,2864

Aynur Dogan li Bostonê Xelata Hostaya Muzikê Wergirt

17 Mar 2017

Hunermenda Kurd ya navdar Aynur Dogan, do Pêncşemê li bajarê Boston ya Amerîka bi merasîmekê xelata Hosteya Muzikê ya Derya Sipî wergirt.

Xelat ji alîyê Xwendingeha Muzikê ya Berklee hat dayîn ku di warê muzikê de yek ji girîngtirîn navendên muzikê yên cîhanê ye.

Aynurê di merasîmê de dîyar kir ku ew di salvegera Komkujiya Helebcê de xelatê distîne û ew xelata îşev ji jinên Kurd re ku serî li zordarî netewandine, dike dîyarî.

‘’Ez bi dengê jinên ku nikaribûn zarokên xwe mezin bikirana û bi ser wan de, dilorandin mezin bûm. Roj bi roj lorika dayikan mezin bûn, lê zarok mezin nebûn. Îro, ji wan rojan rojek e ku salvegera Komkujîya Helebcê ye. Ez vê xelatê dîyarîya jinên me yên tevî hemî zext û zordarîyan serî netewandine, dikim.’’

Aynur Dogan piştre dest bi konsertekê kir ku Kurdên ji eyaletên derdorê jî di nav de bi qasî 1000 kes jibo şopandina merasîmê hatibûn. Hunermanda Kurd, bi xwendekarên Xwendingeha Muzikê ya Berklee, ji muzîka Kurdî mînakên bedew pêşkeş kirin. Jiber eleqaya zêde Aynur du caran derket ser dikê û bername ji ya hatibû plankirin, dirêjtir dom kir.

Aynurê ji Dengê Amerîka re da zanîn ku ew kêfxweş e ku muzîka Kurdî digehîjîne qada navneteweyî.

‘’Ev xelat jibo jinên Kurdan e. Wek jineke Kurd ez dixwazim çanda me li her derê temsîl bikim û bi taybetî bigêhînim asta navneteweyî. Divê gelên din jî muzîka Kurdî nas bikin,’’ Aynur Dogan got.

Hêjayî bîrxistinê ye, Xwendingeha Muzikê ya Berklee ji 2014’an vir ve Xelata Hosteya Muzikê ya Derya Sipî dide. Berî Aynur Doganê, José Mercé, Antonio Serrano û Pepé de Lucia ev xelat wergirtibûn.

https://www.dengeamerika.com/a/aynur/3770594.html

Albuma a nû ya Aynur Dogan “Hawnîyaz” derket

01 Jan 2017

K24 – Navenda Nûçeyan

Stranbêja navdar a Kurd Aynur Dogan bi albuma xwe ya nû “Hawnîxwaz” derket pêş hezkiriyên xwe. Ev album bi hevkariya Sony Music hatiye amadekirin.

Di albumê de pênc stran hene. Di navbeyna deng û muzikê de ahengek xweş a têkiliya muzikî ya rojavayî – rojhilatî pêkhatiye.

 

http://www.kurdistan24.net/ku/culture/3fd797eb-be35-49ee-bf5d-57e4f9734b3f

 
 
 
 
 
 
English
Türkçe
Kurdî

2017 © AYNUR DOGAN –  All Rights Reserved – BY pardon my dutch