Aynur
Ji ber deng û şiroveya wê ya bêhempa, ne tenê di çapemeniya Tirkiyê, di çapemeniya dinê de jî Aynura ku bi pesin qala wê tê kirin, di nav salan de bû navê herî girîng yê World muzîkê. Bi muzîkjenên navdar yên wek YO-YO MA and Silk Road Ensemble, Kayhan Kalhor, Javier Limon, Kinan Azmeh, Mercan Dede, Cemîl Qocgirî, Morgenland All Star Band, Quatour Voce, Nerderland Blazers Ensemble ve di projeyên bi şirîkî û di fîlmên navnetewî yên deng dane de cîh girt. Aynurê di belgê pêşîn yên kovarên navdar yên wek Folk Roots (fRoots), The London Times, Sons de û di rojnameyên wek The Guardian, El Pais, FAZ de bi awayekî berfireh cîh girt. Aynura ku bû mêvanê gelek radyo û televîzyonên Ewropayê, di salên dawîn de bi albumên xwe ve, di warê muzîka kurdî de bi serket û di nav ‘albumên herî zêde tên firotin’ de ji xwe re cîh dît.
Aynura ku, piştî di sala 2004an de albuma bi navê ‘Keça Kurdan’ û di sala 2005an de jî ya bi navê ‘Nûpel’ derxist baleke mezin kişand, bi strana kurdî ya ku di fîlma Yavûz Turgûl ya bi navê ‘Birîna Dil’ de stra ve jî di dilê guhdarên Tirkiyê de cîh girt. Aynurê bi sahneya belgefîlma bi navê ‘Bîranîna Stenbolê/ Derbasbûna Pirê’ ya Fatîh Akin ve, di çapemeniya dinê de baleke mezin kişand. Performansa wê ya WOMEXê (World Musîk Expo) ya di sala 2006an de li Spanyayê li bajarê Sevîllayê hatibû lidarxistin û gelek organîzatorên navdar beşdar bibûnê de, wek performansa herî bi bandor hat hilbijartin. Di salên 2005 û 2010an de li Holandayê bi yek ji komên herî navdar Nederlands Blazers Ensemble re du konserên mezin dan û di albuma bi navê Turqoise ku ji qeydên zindî yên konseran pêk dihat de cîh girt.
Aynurê di sala 2010an de bi etîketa Sony mûzîkê ve albuma xwe ya bi navê Rewend derxist û bi derhênerê navdar Fatîh Akin ve, ji strana Rewend re li Heskêfê video klîbek kişand. Dîsa di heman salî de li Festîvala Kustendorf a Fîlm û Muzîkê ku ji aliyê derhênerê Sirbistanî yê navdar Emîr Kusturicia ve hatibû amadekirin de, konserek da derhênerê navdar û lîstikvanan.
“Bihîstina dengê Aynurê tê wateya veguherandina yekdengiya hemû êş û şahiya mirovan. Gava dengê wê diherike ruh û kûrahiya dilê me, ji nişkave me bi tiştekî de dike yek, dengek ku wê neyê ji bîr kirin.”
Yo-Yo Ma
Hunermend di sala 2013an de bi bestekar, gîtarîstê navdar û xwedî xelata Grammyê Javier Limón ê Latînî ve, albuma bi navê Hevra ku ji têkiliya stranên kurdî û flamenkoyê ve pêk tê derxist. Hevra, wek albumake dewlemendiyên muzîka rojhilat û rojava anî cem hev, di lîsteya Ewropa World Muzîkê derket rêza sêyemîn û di albumfiroşan de cîhê xwe girt.
Bi Kayhan Kalhor ku, cara ewil di 2012an de festîvala Morgenlandê de dîtibû, Salman Gambarov û Cemîl Qoçgirî ve projeya Hawnîyaz pêkanîn. Album, projeya ku demek dirêj konserên wê domkirin, di sala 2016an de li Almanyayê bi zindî qeydkirin. Album ji aliyê Harmonia Mundi Latitute ve li hemû dinyayê hate belavkirin û li Almanyayê yek ji xelatên navdar, xelata Deutsche Schallplatten Kritik girt.
Di sala 2014an de riya Aynurê û Yo-Yo Ma û Sîlk Road Ensemble di rêwîtiyeke ber bi Stenbolê de lihev hat û performansa Aynûr û Yo-Yo Ma di fîlma Derhênerê xwedî xelata Oscarê Morgan Nevîlle ya bi navê ““The Music of the Strangers” de cîh girt. Di sala 2015an de li Festîvala Fîlman a Navnetewî ya li Torontoyê de, di galaya fîlmê de jî, bi Yo-Yo Ma re derkete ser dikê.
Aynur, di Adara 2017an de, ji aliyê dibistana muzîkê ya navdar li Amerîkayê Dibistana Muzîkê Berkle Enstîtuya Behraspî ve, hêjayî xelata ‘Hostaya Muzîka Behrasipî’ ya 2017an hate dîtin. Gava mirov dilsozîya wê ya bi muzîka Kurdî ya gelerî û bi serfirazî borandina astengên pêş karê wê yê hunerî dide berçav, Aynur di nav hunermendên din yên jin de dibe mînakeke girîng. Û ev xelat, di beşa Jinên Behrasipî yên di Têkosînê de, di roja 16ê Adara 2017an de, di avahiya Berklee Performance Center de pêşkesî Aynûrê kirin.
“Aynûr, wek agirekî ji kûrahiya gerdûniyê tê, wek dengekî herî kevnare ya hişê mirovan, ruhê me ji kûr ve dişewitîne… Aynûr, sedem e ku, muzîka zindî bi sedsalan were hezkirin.”
Javier Limón
Bultena Nûçeyan
Abone bin